12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
IGDIR
Li Çiyayê Agiriyê ya ku wek "banê Tirkiyeyê" tê binavkirin, berf barî.
Çiyayê Agiriyê ya ku 5 hezar û 137 mêtro bilind e di navbera Îdir û Agiriyê da ye û li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind e.
Ji raqima 4 hezarî bigre heta lûtkeyê berf barî li ser Çiyayê Agiriyê.
Berfa ku çiya xemiland û ewrên li ser çiya dîmenên xweş derxistin holê.
- Li herêmê hewa wê li gor demsalê be
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li giştiyê herêmê hewa wê kêm ewrayî, sayî be.
Aliyên bakur û bakurê rojhilat wê pir ewrayî bin.
Li herêmê hewa wê li gor demsalê be, ji aliyê bakur ba wê çêbibe.
Germahiya herî zêde ya nava rojê wê li Îdirê 30, li Agiriyê 29, li Erzinganê 28, li Qersê û Erziromê 25 û li Erdexanê jî 22 pile be.