Fatih Gazioğlu
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
ANKARA
Li Behra Spî nêzîkî Kumlucaya navçeya Antalyayê bi lerza 5,2an erdhejek çêbû.
Li gor Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) di saet 09.21an de erdhejeke lerza wê 5,2 çêbû.
Hat ragihandin erdhej 40 kîlomêtro di bin erdê de çêbû û navenda erdhejê jî 65 kîlometro nêzîkî Kumlucaya navçeya Antalyayê ye.
Midûrê Rewşa Acil û Afatê ya Anlatyayê (AFAD) Fevzî Tîmur der barê erdheja li peravê Kumlucaya navçeya Antalyayê ya mezinahiya wê 5,2 bû da got ku hetanî nika tu pirsgirêk derneket.
Tîmur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îro di saet 09.21ê da 65 kîlomêtre nêzî qeraxê Kumlucaya navçeya Antalyayê erd bi lerza 5,2yan hejiya.
Tîmur destnîşan kir ku li Kumlucayê tu pirsgirêk derneket û wiha pê da çû: "Me bi qaymeqam û hevalên ji ekîbên polês û cendirmeyan ra xeberda, vê gavê pirsgirêkek tune. Jixwe erd di binê behrê da hejiya û ji ber vê jî li ser erdê tesîr nekir."
Wekî mayîn li navenda Antalyayê jî bi erdhejê hisiyan.