Türkan Tosun
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
MANÎSA
Di doza kana madenê ya li Somaya navçeya Manîsayê ya ku 301 karkêr miribûn da serokê lijneya rêvebiriyê ya şirketê Can Gurkan 15 sal, midûrê giştî Ramazan Dogru jî 22 sal cezayê hepsê xwarin.
Doz li Dadgeha Cezaya Giran a Akhîsarê çêbû. Jê 5 girtî 51 bersûc hatin darizandin û der barê wan da biryar hat dayîn.
Serokê lijneya rêvebiriyê ya Karsaziya Komirê ya Somayê Can Gurkan 15 sal, midûrê giştî Ramazan Dogru 22 sal û 6 meh, midûrê madenê Akin Çelîk 18 sal û 9 meh, midûrê teknîkê Îsmaîl Adali 22 sal û 6 meh, nezaretçiyê teknîkê Ertan Ersoy 18 sal û 9 meh ceza hildan.
Eqrebayên malbatên wan di madenê da mirine û parêzeran bertek nîşanî mehkemeyê dan.
Hin kesên ku bertek nîşanî van cezayan dan ji xwe va çûn, tîmên tenduristiyê mudaxaleyî wan kir.
Hinekan şûşeyên avê avêtin heyeta mehkemeyê, polêsan rê li ber van çalakiyan girtin.
Dadgehê biryar da û heyet ji salonê derket.
Li Somaya navçeya Manîsayê li taxa Eynezê di Karsaziya Komirê ya Somayê ya A.Şyê de di 13ê Gulana 2014an de şewat derketibû 301 karker miribûn û 163 karker jî sax hatibûn xilaskirin.