Fatih Gazioğlu
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
İSTANBUL
Operasyona dijî endamên rêxistina sûcê ya Adnan Oktar a ku serê sibê Stenbol wek navend li 4 bajaran hatibû destpêkirin dewam dike.
Xebatên bona 235 şikbarên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hatibû derxistin didome.
Li gor agagiyên ku hatin hildan, tîmên Midûriyeta Şaxa Sûcên Darayî ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ji bo qefaltina endamên rêxistina sûcê ya Adnan Oktar operasyon lidarxistin.
Ji ber sûcên wek "Bi armanca sûc rêxistin avakirin, îstismarkirina zarokan, destdirêjî, destdirêjî ya li hemberî kesên ne aqlî balix, revandina zarokan û bi darê zorê girtin, destdirêjî, şantaj, mirov ji azadiyê bêpar hiştin, sîxûriya eskerî û siyasî, bi bawerî û hêstan xapandin û gelekên din" biryara binçavkirinê hat dayîn.
- Adnan Oktar jî hat binçav kirin
Di operasyonê da Adnan Oktarê di raya gel da wekî "Ednan Xoce" tê nasandin jî li Çengelkoyê hat binçavkirin.
Oktar ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê.
Di encama operasyonê da heta niha 79 şikbar hatin binçavkirin û li gelek malan jî lêgerîn hat kirin.
Hat ragihandin ku firokeyek û polêsên behrê jî piştgiriyê didin operasyonê.