Önder Beyter
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku li nava welat di operasyonên ku hefteya çûyî hatin lidarxistin da 24 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va hezar û 542 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 395, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorî DEAŞê ra 68, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 198, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 3 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 12 jê kuştî, 7 jê sax û 5 jê jî teslimbûyî bi tevahî 24 terorîst hatin berterefkirin.
Herwiha di operasyonên li Hekarî, Şirnex, Wan û Diyarbekirê da 11 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 7 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 12 bombeyên destan, 18 jê giran 27 çek û 3 hezar û 687 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 945 operasyon hatin lidarxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 549 jê li ser behrê bi tevahî 3 hezar û 973 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 52 kes hatin binçavkirin.