Önder Beyter
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ASTANA/BÎŞKEK/MOSKOW
Serokwezîrê Japonyayê Abe Serokomar Erdogan pîroz kir
Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra peyam şand û ji bo serkeftina wî ya hilbijartina 24ê hezîranê ew pîroz kir.
Li gor agahiya ku hat hildan, Serokwezîrê Japonyayê Abe ji Serokomar Erdogan ra peyama pîrozbahiyê şand.
Abe di peyama xwe da wiha got, "Ez gelekî kêxweş bûm ku di vê hilbijartina Serokomariyê da we serkeftineke mezin bi dest xist."
Abe di peyama xwe da diyar kir, "Ez li ser navê Hikûmeta Japonya û gelê Japon Ekselans pîroz dikim ku cardin wek Serokomarê Komara Tirkiyeyê hat hilbijartin" û wiha dewam kir:
"Ez ê piştî vî qasî jî pir kêfxweş bibim ku bi zatê we yê alî ra bixebitim. Têkiliyên navbera Japonya û Tirkiyeyê piştî ziyareta min a Tirkiyeyê a 2015an û ziyareta Ekselans a Japonyayê û civîna me ya ku pişt ra çêbû, timî xurt dibe. Ez ji vê kêfxweş im.
Piştî vî qasî jî dilê min heye ku bi Ekselans ra mil bidim hev û têkiliyên Japonya û Tirkiyeyê yên girîng di qadên wek siyaset, aborî û çandî û her wekî din da xurt bikim."
Berdimuhamedov Serokomar Erdogan pîroz kir
Serokê Dewleta Tirkmenistanê Gurbangulu Berdîmuhamedov ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir
Serokê Dewleta Tirkmenistanê Gurbangulu Berdîmuhamedov ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê ya 24ê hezîranê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Berdîmuhamedov di peyama xwe de got ew li ser navê xwe û gel û hikûmeta Tirkmenistanê wî piroz dike.
Berdîmuhamedov got di hilbijartinê da gel piştgirî daye Erdogan ku ew li welêt polîtîkayên xwe yên ji bo îstiqrara siyasî û civakî û pêşvabirina aboriyê bidomîne.
Berdîmuhamedov anî ziman ku dostanî, biratî û têkiliya herdu welatan li gor berjewendiyên gelan divê pêşva herin û xurttir bibin.
Serokomarê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayez, Serokomarê Kirgizistanê Sooronbay Ceenbekov û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin.
Serokomar Nazarbayev di peyama xwe ya pîrozbahiyê da li ser navê xwe û gelê xwe, pîrozbahî da Serokomar Erdogan û wiha got, "Encamên hilbijartinê nîşan dan ku gelê Tirkiyeyê qîmeteke mezin dide fealiyetên ku hûn wekî serokomarê welatê xwe dikin û piştgiriyê didin reformên we yên siyasî û aboriyê."
Nazarbayev seba Erdogan xweşî û serkeftin, seba gelê Tirk jî pêşketin û dewlemendî xwest.
- Kirgizistan
Serokomarê Kirgizistanê Sooronbay Ceenbekov ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê da pîrozbahî li Erdoganê ku careke din wekî Serokomarê Komara Tirkiyeyê hat hilbijartin, kirin.
Ceenbekov di peyama xwe ya tebrîkê da wiha got, "Encamên hilbijartinê, delîla wê yekê ye ku gelê Tirk bi kar û reformên we bawer e."
- Rûsya
Ji hêla din va Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kremlînê da hat ragihandin ku Putîn ji ber serkeftina AK Partiyê û ji ber ku Erdogan careke din wekî Serokomar hat hilbijartin, jê ra peyama tebrîkê şand.
Putîn di peyama xwe da diyar kir ku Erdogan otorîteya xwe ya siyasî yekser da nîşan.
Putîn di peymana xwe da herwiha diyar kir ku ew amade ye ku di warê rojeva dualî, herêmî û navneteweyî da hevkariyê bike û diyalogê dayne.