23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li seranserê welat di 16-23yê tîrmehê da di operasyonên ewlekariya navxweyî da 40 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va hezar û 898 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 81, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorê DEAŞê ra 13, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 334, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 11 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da hezar û 439 jê ji ber sûcên terorê, 118 jê ji ber koça bêpergal û 3 hezar û 326 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 3 hezar û 883 kes hatin girtin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 26 jê kuştî, 6 jê sax û 8 jê jî teslimbûyî bi tevahî 40 terorîst hatin berterefkirin.
Hat ragihandin, di nava terorîstên berterefkirî da Meryem Ozsogut ku di kategoriya gewr da lê digerin jî heye.
Herwiha di operasyonên li Diyarbekir, Tokat û Hekariyê da 3 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 12 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 39 kîlogram madeya teqemeniyê, 16 bombeyên destan, yek jê fuze û 17 jê giran 21 çek û hezar û sed muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 518 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da tonek û 425 kîlogram esrar, 15 kîlogram eroîn, 1,5 kîlogram kokaîn, 3 kîlogram kannabinoida sentetîk (bonzai), 5 kîlogram metamfetamîn, 7 hezar û 687 hebên ectasy, 123 hezar û 882 captagon, 900 eczayê sentetîk, 729 hezar û 9 serî kirkirk, 372 hezar û 321 pakêt cixareya qaçax û 89 ton û 769 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 740 jê li ser behrê bi tevahî 6 hezar û 801 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 105 kes hatin binçavkirin.