İbrahim Atmaca
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
VAN
Şaredariya Edremîtê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, di çarçoveya "Projeya Şirîta Qerax" da li qeraxê Gola Wanê şirîtek çêkir û bi merasimê va ev şirît vekir.
Qaymeqamê Edremîtê û Cîgirê Şaredar Atif Çîçeklî bibîr xist ku wî di meha berfanbara 2016an da dest bi wezîfeyê kir.
Çîçeklî destnîşan kir, dema ku wî dest bi wezîfeyê kir, Edremîtê pişta xwe dabû behrê û şêniyên navçeyê feyda behrê nedidîtin.
Çîçeklî wiha dewam kir:
"Ji bo ku em Edremîtê bi behrê va bikin yek, divê me gav bavêtana. Dema ku me di meha berfanbara 2016an da got ku em ê dawiya van xespkar û dagîrkeran bînin, ji me ra gotin 'Kê hat kê nehat. Wan nikaribû bikira, tê bikî?' Min jî got ku 'Hûn bi merivekî bawermend dikarin bi çi bitirsînin?' Bi xebata du mehan va wan bareqeyên qerax xerab kirin. Ekîbeke ku ji 200 kesan pêk tê û 30 makîneyên kar va me dagirkerên 30 salane. Xebata me 04.00î da dest pê kir û serê sibê 09.00î da kuta bû. Dema ku Wan şiyar bû, ew dagirker dîtin? Meriv dikare çêke. Hûn ê destê xwe bidin ser wijdana xwe û tenê ji bo riza Xwedê bixebite.
Piştî axaftinan Qaymeqamê Çatakê Haci Asim Akgul, Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Osman Nurî Gulaçar, Serokê Bajêr yê Partiya Sadetê Ozay Îlhan, Midûrê Ciwanî û Sporê yê Bajêr Nevzat Înanç, nûnerên saziyan û gelek kes beşdarî merasimê bûn.
Merasim bi avêtina fîşengên hewayî û konsera hunermend Yusuf Guney va kuta bû.