15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê di vê hefteya dawîn da di operasyonên li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê yên li nav welêt û bakurê Iraqê da 3yê wan qaşo serok bi tevahî 93 terorîst berteref kirin.
Sererkaniyê di agahdarkirina heftane da diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê bi operasyonên li ser PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê va têkoşîna dijî rêxistinên terorê bi biryardarî didomîne.
Li gor vê di navbera 8-14ê hezîranê da di operasyonên li ser qad û rêyên PKK/KCKya rêxistina terorê yên li Şirnex û bakurê Iraqê da 3yê wan qaşo serok 93 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 27 tivingên piyadeyan, 3 RPG-7 a rokêtavêj û Dragunoveke tivinga nîşangiran bi tevahî 31 sîlah hatin girtin.
Wekî mayîn 15 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 21 kozikên sîlahan, sitargeh û holik hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 3 leşker hatin şehîdkirin û 18 leşker jî birîndar bûn.