15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag got: "AK Partî û AK Partiyiyî ji rêxistinên terorê ra, ji terorîstan ra û ji bêbextên maşikên wan ra meydan vala nehişt û ji niha pê va jî wê nehêle."
Bozdag ji ser hesabê xwe yê Twitterê ya malpera parvekirinên civakî der heqê êrîşa çekdarî ya li Sirûcê dijî AK Pariyiyan hat kirin da daxuyanî da.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag diyar kir ku ew êrîşa li dijî Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê û partiyiyan hat kirin, şermezar dike.
Bozdag ji ber wefatkirina xizm û birayên wî sersaxî da Îbrahîm Halîl Yildiz û wiha pê da çû: "Ew kesên ku reqabeta demokratîk bi xwîn û tundiyê geremolî dikin nikarin bibin demokrat û qala maf û azadiyê bikin. AK Partî û AK Partiyiyî ji rêxistinên terorê ra, ji terorîstan ra û ji bêbextên maşikên wan ra meydan vala nehişt û ji niha pê va jî wê nehêle."