Türkan Tosun
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
NATANYA
Welatiya Tirkiyeyê Ebru Ozkan piştî biryara dadgeha eskerî ya Îsraîlê ya bi bişert hatibû berdan ji bo ku bêgirtin bê darizandin serbest ma.
Parêzer Omer Hemayse daxuyand Dadgeha Eskerî ya Oferê ya li Şerîaya Rojava roja duşemê biryar da ku biryara berdanê ya bişert bikeve rewacê.
Hemayse got li ser vê biryarê Ozkan ji Girtîgeha HaSharonê hat berdan û piştî kar û barên wê yên fermî ew bi rayedarên Balyozxaneya Tirkiyeyê li Tel Avîvê re çû.
Dozgeriya Îsraîlê roja yekşemê îdianameyek amade kiribû û ji ber "alîkariya Hemasê" "xizmeta Hemasê", "xirabkirina pergala welêt", "gihandina pereyên ku 'dijminan' şandiye" bi 4 sûcan ew sûcdar kiribû.
Rûniştina dozê hefta borî roja duşemê li Dadgeha Eskerî ya Salimê çêbûbû. Dadgêrê eskerî yê Îsraîlê biryar dabû ku Ozkan bişert bê berdan, lê dozgeriya eskerî duh îtîraza vê biryarê kiribû.
Welatiya Tirkiyeyê Ozkan ji bo 3 rojan çûbû ziyareta Qudsê û di 11ê Hezîranê da beriya ku bizivire Stenbolê li Tel Avîvê ji hêla eskerên Îsraîlê va hatibû girtin.