12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ANKARA
Hat tesbîtkirin di nav 10 terorîstên 28ê Hezîranê li Bedlîsê hatin berterefkirin da Sefer Açarê di lîsteya sor da ye jî heye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin 28ê Hezîranê li Koçyîgîta gundê Hîzana navçeya Bedlîsê di operasyona cendirmeyan da 10 terorîst berterefkirin.
Li gor agahiyan hat tesbîtkirin di nav 10 terorîstên 28ê Hezîranê li Bedlîsê hatin berterefkirin da Sefer Açarê di lîsteya sor da bû jî heye. Açarê di lîsteya sor da bû qaşo berpirsiyarê eyaleta Garzanê ya PKK/KCKya rêxistina terorê bû û bi nasnavê Welat Gever dihat zanîn.
Li gor agahiyan hat tesbîtkirin Açar failê bûyera di 27ê Mijadara 1998an da ye ku li bakurê Iraqê dema operasyonê da endamên PKKyê firokeya cendrimeyan ya Skorsky daxistibûn û 15 esker şehîd ketibûn.
Wek mayîn ji ser Sefer Açar 500 hezar lireyê sala 1998an derket ku yê pîlotê firokeyê ye û ji bona xetireya êrîşê 20 sal in bi xwe ra gerandiye.
Hat tesbîtkirin ku li ser pere ev nivîs heye "Ev pereyê pîlotê firokeyê ye ku li Herkoyê hat daxistin 11-27-1998."