Nihat Kavşut
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Wekî 98 sal berê îro jî em tu hêzeke fanî di ser îradeya gel da nahesibînin."
"Meclisa ewil destpêk bû û ev meclis (Meclisa Duyemîn) jî berdewam e. Niha jî em berdewama berdewamê dikin."
"Tirkiye bi hilbijartinên di 24ê Hezîranê da guherînên dîrokî kir û em gavên ewil yên vê guherînê li binê vê bana pîroz ku tecelliya îradeya neteweyî ye bi şahidiya gelê xwe diavêjin."
"Meclisa Yekem mecliseke xazî bû û meclisa me ya niha jî şerefa xazîtiyê wergirt."
"Heta ku em Tirkiyeyeke pêşeroja wê ewle ye ava bikin em ê nesekinin û bixebitin."

"Em ji bo mîrateya bav û kalên xwe biparêzin, nehêlin sewtika bangên me yên şerîf bên birîn, alaya me bê daxistin, şeref û îzeta me neyê binpêkirin bi serbilindî dema hewce bike serê xwe datînin ortê û têkoşîna xwe didomînin. Em îro vê merasima li vê avahiya Meclisa xwe ya berê wek nîşaneya berdewamiya wê pêvajoya dîrokê dihesibînin."
"Înşellah em ê ji vir pê da jî tenê sirûdên serkeftinê binivîsînin."
"Em qadroyeke wisa ne ku tevlî miletê xwe derketine rê û tevlî wan ji hemû astengiyan xilas bûne. Doza me doza gelê me ye. Derdê me derdê miletê me ye. Têkoşîna me têkoşîna gelê me ye. Hêrsa me jî hêrsa miletê me ye. Li cem me miletê me heye û li hemberî me jî rêxistinên terorî û hêzên piştevaniya wan dikin hene."