Nihat Kavşut
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokê Meclisê Bînalî Yildirim: "Madalyaya Rûmetê ji bona min zehf biqîmet e. Wekî Bînalî Yildirimê ji Kayiya gundê Refahiyeya qezaya Erzincanê, kurê Bahar xanim û Topal Dursun beg ji ber ku me bi hev ra ji bona vî welat û gelî ximet kir ez gelek bextewar im. Şert û merc çi dibe bila bibe Birêz Serokomar em ê rêwitiya xwe ya 40 sal berê dest pê kir hetahetayî bidomînin."
Yildirim li Kuliyeya Serokomariyê beşdarî "Merasima Dayîna Madalyaya Rûmetê" bû ku di merasimê da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan madalyaya rûmetê da Serokê Meclisê û Serokwezîrê 27emîn yê Komara Tirkiyeyê Bînalî Yildirim.
Serokê Meclisê Yildirim di merasimê da mohra serokwezîriyê ya piştî Pergala Hikûmeta Serokomariyê rabû pêşkêşî Serokomar Erdogan kir.
Serokê Meclisê Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Madalyaya Rûmetê ji bona min zehf biqîmet e. Wekî Bînalî Yildirimê ji Kayiya gundê Refahiyeya qezaya Erzincanê, kurê Bahar xanim û Topal Dursun beg ji ber ku me bi hev ra ji bona vî welat û gelî ximet kir ez gelek bextewar im. Şert û merc çi dibe bila bibe Birêz Serokomar em ê rêwitiya xwe ya 40 sal berê dest pê kir hetahetayî bidomînin."
Serokomar Erdogan di merasimê da ji ber serkeftinên di heyama wî da Madalyaya Rûmetê ya Dewletê da Bînalî Yildirimê Serokwezîrê Hikûmeta 65emîn.