Nihat Kavşut
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heger qala şaredarî, serokwezîrî û serokomariyê bê kirin hemû li cem me heye. Ev karê şagirdan nîne, ev karê qelfe, hoste û hostetiya mezin e. Loma ez îcazetê ji we dixwazim."
Serokomar Erdogan li Stadyuma 19ê Gulanê di mitînga Enqereyê ya AK Partiyê da axivî.
Erdogan destnîşan kir ku li Kahramankazanê wê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îhtisasa Esman û Fezayê ava bikin û wiha peyivî: "Em li Kahramankazanê li ser qadeke 723 hektarî Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îhtisasa Esman û Fezayê ava dikin. Ev tesîs wê di nav tesîsên girîng yên dinyayê da cî bigire û îhaleya wê hat kirin. Heta dawiya salê em dest bi çêkirinê dikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku li şûna Stdayuma 19ê Gulanê wê stadyumeke mezin çêkin û wiha got: "Em li Enqereyê şûna Stada 19ê Gulanê ya berdest li gor standartên navneteweyî, bi awayekî ku bikaribe mazûvantiya pêşbirkên fînalê yên şampiyonayên li cîhanê bike ya ji bo 55 hezar kesî çêdikin."
Erdogan destnîşan kir ku w ê li Akyurtê qada fûarê çêkin û wiha got: "Îhale hat kirin û di rojên pêş da çêkirina wê dest pê dike û em ê di nav salekê da temam bikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku ez îcazeta xwe ji gel dixwazin û wiha axivî: "Heger qala şaredarî, serokwezîrî û serokomariyê bê kirin hemû li cem me heye. Ev karê şagirdan nîne, ev karê qelfe, hoste û hostetiya mezin e. Loma ez îcazetê ji we dixwazim."
Erdogan diyar kir ku yek dibêje ez ê Kulliyeyê bifiroşim û yê din dibêje ez ê Çankayayê bifiroşim û got ku ev şaş bûne, heger li benda wan bimîne wê vî welatî bifiroşin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da bal kişand ser çêkirina bexçeyên gel û wiha got: "Serê bexçeyê me yê gel wê ji xaçerêya li ber avahiya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê dest pê bike û ji qada hîpodroma berê, Navenda Çandê ya Ataturk, stada nû ku tê çêkirin, Salona Sporê ya Arenayê, Parka Ciwanan, avahiya Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê, qada avahiya edliyeyê û Mizgefta Melîke Xatûnê bigihîje heta peykerê li Ulusê. Em ê li qadeke wiha berfireh bexçeyê gel çêkin."