09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
BIDLÎS (AA) - Di çarçoveya Projeya Saxlemkirina Kuçeyan a bi destê Şaredariya Bidlîsê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezifedarî kiribû tê meşandin da nasnameya dîrokî ya bajêr derdixin holê.
Şaredariya Bidlîsê ji bo dîroka 6 hezar salî ya bajarê wekî "bajarê kaw ê di gelî da" tê zanîn derkeve holê xebatên xwe bênavber didomîne.
Di çarçoveya saxlemkirina kuçeyan da par kolanên Arifbeg û Kalealtiyê hatibûn restorekirin û îsal jî Qameyê Sînemeyê û Meydana Mizgefta Mezin tên restorekirin.
Binesazî û sersaziya kolanan, restorekirina eniya dikanan û guherandina camekanan bêyî pere ji bo welatiyan tên amadekirin û rûyê bajêr diguhere.

- "Ji 600î zêdetir berhemên tescilkirî hene"
Walî û Wekîlê Şaredar Îsmaîl Ustaoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Bidlîsa ku bi sedan salan e wekî navenda îlm û îrfanê wezifeyê dike bajarekê xwedî nasname ye.
Ustaoglu destnîşan kir ku li Bidlîsê ji 600î zêdetir berhemên tescilkirî hene û wiha pê da çû:
"Bi projeya ku me sala par dabû destpêkirin va me eniya 316 dikanên li Kolana Arifbegê guherand. Banê wan guherand. Me xepeng û tabelayên wan jî teze kir. Me kolan gihande nasnameya xwe. Der û dora Mizgefta Mezin jî xirab bibû. Me bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Samsunê va Mizgefta Mezin jî hilda nav projeyê. Me bi projeyê va kolan ji çûyîn û hatinê ra girt û jê ra got 'Kuçeya Çandê'."
Ustaoglu got ji bo ku piştî Mizgefta Mezin qada biryanfiroşan jî tevlî projeyê bikin serî li Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê xistin, xebatên li Kolana Kalealtiyê hatin kirin ew ê li wê derê jî werin kirin.