08 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Ew kesên ku çavberdane danheva çandî û civakî ya 20-30 salî ya welêt, tê dîtin ku li koma ku civandine dinêrin û xwe mezin dihesibînin. Lê belê miletê me şeva 15ê Tîrmehê li hemberî wan sekinî nîşan da ku ew ne wekî hûtane, ew dişibin mêşan.
Ciwanên ku napirsin, hîn nabin û bêpirs bîatê dikin ne lazimê me ne. Şûna vê yên dizanin ku ew ji çi bawer dikin, çi diparêzin, têkoşîna çi didin û ji bo van xwe digîhînin lazimê me ne. Şeva 15ê tîrmehê me dît ku ciwanên xwedî van taybetmendiyan in dema ku hewce bike ji bo welatên xwe, ji bo dahatû û azadiya xwe bêyî ku teredûtê bikin, dikarin canê xwe jî feda bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li cihê ku fikr û raman birehetî neyên axaftin, tundî çêdibe. Ji ber wê me piştgirî da azadiya fikr û axaftinê, lê bi şerta rêz nîşanî mafên kesên din jî bê kirin. Di nav 14 salên dawîn de me gelek qedexeyan yên ku li ser klavyeyan, lewheyan, tîpan û peyvan rakir. Şûna nêrîna wesayetê ya ku bi deh salanin li ser jiyana me ya fikr û nivîsê ye, me nêrîneke ku van tiştan wek dewlemendî qebûl dike, li ber fikran rê vedike, derxiste holê."
Serokomar erdogan beşdarî merasima xelatdayinê ya "Tûrnûvaya Munazaraya Navneteweyî ya Open '17 Meridyen Stenbolê" ya li Navenda Kongreya Halîçê hat kirin bû.
-Pêdiviya me bi ciwanên bêpirs bîatê dikin tune ye
Serokomar Erdogan bangî ciwanan kir got: "Ciwanên ku napirsin, hîn nabin û bêpirs bîatê dikin ne lazimê me ne. Şûna vê yên dizanin ku ew ji çi bawer dikin, çi diparêzin, têkoşîna çi didin û ji bo van xwe digîhînin lazimê me ne. Şeva 15ê tîrmehê me dît ku ciwanên xwedî van taybetmendiyan in dema ku hewce bike ji bo welatên xwe, ji bo dahatû û azadiya xwe bêyî ku teredûtê bikin, dikarin canê xwe jî feda bikin."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir:
"Li cihê ku fikr û raman birehetî neyên axaftin, tundî çêdibe. Ji ber wê me piştgirî da azadiya fikr û axaftinê, lê bi şerta rêz nîşanî mafên kesên din jî bê kirin. Di nav 14 salên dawîn de me gelek qedexeyan yên ku li ser klavyeyan, lewheyan, tîpan û peyvan rakir. Şûna nêrîna wesayetê ya ku bi deh salanin li ser jiyana me ya fikr û nivîsê ye, me nêrîneke ku van tiştan wek dewlemendî qebûl dike, li ber fikran rê vedike, derxiste holê."