Fatih Gazioğlu
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Serokê Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê Hîdayet Turkoglu, bertek nîşanî daxuyaniya Enes Kanterê listîkvanê lîga NBAyê û endamê FETOyê da. Enes Kanter îdia kiribû ku ew ji ber xetereya jiyanê nikare biçe Îngiltereyê.
Hîdayet Turkoglu li ser hesabê xwe yê twîtterê bi zimanê Tirkî, Îgilîzî û Almanî daxuyanî da û got ku Kanter rastiyan nabêje û wiha axivî.
"Enes Kanter kesekî endamê FETOyê ye û sond xwar wê her dem bi wan re hereket bike. Gotiye 'Dibe ku Tirkiye min bikujin û ji ber vê ez nikarim biçim Îngiltereyê.' Ev îdia hemû derew in û ez vê daxuyaniyê şermezar dikim. Kanter ji ber pirsgirêkên vîzeyê ji sala 2017an vir va nikare biçe hin dewletan. Mesele ev e. Kanter ev demek e di sporê da jî têk diçe û ji ber bi dixwaze bi meseleyên siyasî were rojevê. Kanter ji bilî Tirkiyeyê neheqiyekê li hêzên ewlehiya Îngîltereyê jî dike. Dixwaze zirarê bide têkiliyên Tirkiye û Îngiltereyê jî."