Haydar Şahin
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
VAN
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 949 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku li tevahiyê bajêr ji ber berfê rêya 235 wargehan hat girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku rêya hemû taxên Çataxê hatin girtin, ekîbên paqijkirina berfê xebatên xwe bênavber didomînin.
Ekîbên şaredariyê li navenda navçeyê ji bo welatî û ajokar tengasiyê nekşînin kuçe û kolanan paqij dikin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 11î ya Rêbeyajê, rêyên Haskoy-Mutkiyê û Wan-Miksê ji ber berf û bagerê hat girtin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Gihadinê û Rê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan destnîşan kir ku li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 240 gundî hat girtin.
Kurtkan diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin, ji bo rewşên acil jî ekîbên wan amade ne.
Li bajêr welatî û ajokar ji ber berfê tengasiyê dikşînin, ekîbên şaredariyê û yên rêbejayê xebatên paqijkirina berfê û xoyêkirina rêyan didomînin.
- Hekarî
Li navend û navçeyên Hekariyê ji ber berfa ku barî rêya 183 gund û goman hat girtin.
Li gor agahiyên ji Walîtiyê hatin sitandin, rêya 13 gundên li ser navendê, 4 gund û 10 gomên Çuxurcayê, 35 gund û 64 gomên Yuksekovayê, 7 gund û 20 gomên Şemzînanê ji ber berf û bagerê hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
- Mûş
Li mûşê ji ber berfa ku 2 roj e bênavber dibare rêya 291 gundên naven û navçeyên bajêr hat girtin.
Şehmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Ekîbên Şaredariya Mûşê berfa li navenda bajêr bi makîneyan dikişînin dervayê bajêr.