08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
ANKARA
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, PKKya rêxistina terorê zirareke mezin ditiye û ji ber van zaiyatan êdî nikarin hesabê bidin qadroyên serokatiya rêxistinê.
Rêxistina terorê tengasiyeke mezin dikişîne û ev jî di navbera axaftinên terorîstan û Qendîlê da xuya dike. Hat tespîtkirin ku endamên rêxistinê ji bo bibe moral û belav nebin derewan dikin û çalakiyên ku neqewimîne wekî qewimî nîşan didin.
Hat diyarkirin ku terorîstên li herêma Tuncelî û Bidlîsê beriya mehekê di axaftinên xwe yên bêtelê da wiha gotine: "Me 30 hêzên ewlehiyê kuştin." Hat diyarkirin ku ev raporên terorîstan şandin Qendîlê derew derketin û wê demê hêzên ewlehiyê bi tenê şehîdek dane.
Înfazên ku wan kirine avêtin ser stûyê TSKê
Ji aliyek din va li Tunceliyê 3 cinazeyên terorîstên ku rêxistinê di nav xwe da kuştine bi operasyona hêzên TSKya va derket holê. Hat diyarkirin terorîstan ji ber tirsa rêxistinê û malbat bertekê nîşan nedin sûcê kuştina hevalên xwe avêtin ser hêzên ewlehiyê.
Hêzên ewlehiyê tespît kir ku 3 terorîstên ku hatine kuştin, bi telîmata Îsa Teresê berpirsiyarê eyaletê yê qaşo va bi destê endamê rêxistinê yê navê wî yê kod "Şerzan" e hatine kuştin.