08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
MARDÎN
Li Midyada navçeya Mêrdînê endamên rêxistina terorê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî Midûriyeta Ewlekariyê ya Navçeyê kir, di êrîşê da polêsek şehîd ket, sivîlek mir, 23 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, terorîstan bi wesayita bombebarkirî êrîşê midûriyeta ewlekariyê ya li ser Kolana Nisêbînê ya Taxa Bahçelîevlerê kir.
Li gor agahiyên ewil di êrîşê da polêsek şehîd ket, sivîlek mir, 23 kes birîndar bûn.
Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê hinan piştî midaxeleya ewil sewqî nexweşxaneyên li der û dorê kirin.
Ekîbên AFADê şandin cihê bûyerê.
Ji ber meziniya teqînê di avahiyên nêzî midûriyeta ewlekariyê da xisar çêbû.