İbrahim Atmaca
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
MARDÎN
Zerdeşt Mîrogluyê (25) kurê Orhan Mîrogluyê Parlementerê Mêrdînê yê AK Partiyê wefat kir.
Mîroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand, Zerdeşt Mîrogluyê kurê wî yê 25 salî ku demeke li Enqereyê di nexweşxaneyeke taybet da tedawî dibû, wefat kir.
Hat gotin ku cinazeyê Mîroglu wê li Mîdyata navçeya Mêrdînê were definkirin.