07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
ANKARA
Hat daxuyandin Artêşa Tirkiyêyê ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va 999 terorîst berteref kir.
Sererkaniyê daxuyaniyek weşand û ji herêma ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê lê tê meşandin de agahiyên nû da.
Di daxuyaniyê de hat gotin îro 29 terorîstên endamê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê hatin berterefkirin.
Hat gotin ji destpêka operasyonê vir va hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin gihîşte 999an.
Di daxuyaniyê de hat gotin Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi awayekî serkeftî dewam dike.
- Yekîneyên topê yên Artêşa Tirkiyeyê kozikên terorê yên li Efrînê didin ber topan
Yekîneyên topê yên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) kozikên terorê yên li hemberî Hassa, Kirikhan û Reyhanliya navçeyên Hatayê dan ber topan.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da li dijî hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê yên li herêma Efrînê dabû destpêkirin dewam dike.
Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê gelek kozikên terorîstan ên li rojavayê Efrînê ya li hemberî navçeyên Hassa, Kirikhan û Reyhanliyê didin ber hewan û topên obusan.
Liva firokeyên leşkerî ya li xeta sînor dewam dike.
Wekî mayîn gelek wesayîtên leşkerî û yekîneyên qomandoyan ên hatin bajêr sewqî yekîneyên leşkeriyê dikin.