İbrahim Atmaca
05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Karên Hilbijartinê yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz li ser temayulê got, "Em plan dikin ku 18ê mijdarê roja yekşeê di navbera saet 10.00-16.00î da li her derê Tirkiyeyê di heman demê da bikin."
Yavuz li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê pêvajoya bernamzediyê ya Hilbijartina Îdareyên Mehellî ya 2019an da daxuyanî da.
Yavuz diyar kir ku ew ê ji bo şaredartiya bajarên mezin û bajaran serlêdanan li navenda giştî qebûl bikin û diyar kir ku serlêdanên hemû şaredartiyan û endamtiya meclisa şaredariyan ji îro pê va wê dest pê bikin.
Yavuz ragihand ku ji bo şaredartiyan serlêdan wê heta 12ê mijdara 2018an roja duşemê saet 19.00î dewam bike, ji bo endamtiyên meclisa giştî ya bajêr û şaredariyê heta 3yê berfanbara 2018an roja duşemê saet 19.00î werin hildan.