İbrahim Atmaca
05 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
IGDIR
Rêncberên ku biharê dertketine zozanên quntarê Çiyayê Agiriyê, piştî barîna berfê bi bira pezên xwe va dadigerin.
Duh êvarê li Îdirê şilî barî, li Çiyayê Agiriyê û cihên bilind jî berf barî.
Şilî û berfê da zozaniyên ku derketibûn zozanên Çiyayê Agiriyê. Piştî barîna berfê rêncberên ku derketibûn zozanên pêşa çiyê yên Serdarbulak, Bilîcan û Gewro, bi pez û dewarên xwe ra berê xwe dane Deşta Îdirê.
Ji zozaniyan Ahmet Kurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber berfê cihê çêrandinê nema ku ew heywanên xwe lê biçêrînin û ji ber vê yekê jî ew vedigerin Îdirê.
Kurt diyar kir, piştî ku berf barî li zozanê hewa pir sar bû û wiha dewam kir: "Nêzî 5-6 mehan e em derketine zozanê, lê ji ber ku hewa sar bû berf barî em dadigerin deştê. Em ê zivistana xwe li deştê derbas bikin û biharê cardin derkevin zozanên xwe. Jiyana me wiha dewam dike."
Meşa bi sedan heywanan dîmenên xweşik derxistin holê.