07 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
BATMAN
Li Batmanêmîdîbusa ku karker diguhastin wergeriya, yek jê giran 15 kes birîndar bûn.
Mîdîbusa bi plaqaya 21 FF 391 ku Nasrettîn Oztoprak (50) diajot û karkerên febrîqeya tuxlayê yên Herêma Sanayiyê ya Organîze ya Batmanê barkiribûn, li taxa Petrolkentê wergeriya newalê.
Di qezayê da 15 karker birîndar bûn. Welatiyên der û dorê û ekîba îtfaiyeyê birîndar ji wesaîta wergeriyayî derxistin.
Ambulansê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr û hat gotin ku rewşa birîndarekî giran e.
Midûrê Emniyetê Mehmet Alî Kaplan jî çû cihê qezayê û lêkolîn kir.