Fatih Gazioğlu
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Gercûşa navçeya Batmanê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da 7 esker şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li navçeya Gercûşê dema ku wesayîta eskerî ya zirxpoş derbas dibû teqemeniya ku ji aliyê terorîstan va li ser rê hatibû bicihkirin hat teqandin.
Di teqînê 7 esker şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.
Li herêmê bona girtina terorîstan operasyon dan dest pê kirin.