Fatih Gazioğlu
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Çêkirina rêya di navbera Şirnex û Cizîrê da ya ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê dereng mabû wê piştî du 2 mehan were vekirin.
Îhaleya rêyê beriya 21 salan hatibû kirin lê ev demeke dirêj bû ji ber êrîşên rêxistinê gelek caran hatibû sekinandin. Terorîstan di êrîşan de gelek caran makîneyên kar şewitandibûn.
Di erîşeke din ya ku bi destê terorîstan hatibû kirin de Serpel Mustafa Erdal û Gundparêz Dundar Paget şehîd ketibûn.

Piştî hêrêm ji terorîstan bi operasyonên serkeftî hat paqijkirin xebatên rêyê dîsa dest pê kirin. Li ser rê du tûnelên qasî 3 hezar mêtroyî dirêj hatin çêkirin. Navê Mustafa Erdal ve Dundar Pagetê ku di êrîşan de şehîd bûbûn dan tûnelan. Mesrefa rê qasî 500 milyon lire girt.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku rêxistina terorê gelek caran êrîş li vê rêyê kiriye û wiha got:
"Lê me dîsa jî xebat dan destpêkirin. Bi saya vê rêyê navbera Şirnex û Cizîrê wê ji 47 kîlometreyan bikeve 37 kîlometreyî. Rêya me wekî duble tê çêkirin. Hatin û çûna di navbera Şirnex û Cizîrê wê ji 45 deqîqeyan bikeve 20 deqîqeyan. Ev xizmeteke mezin e. Li vê derê me tûnelên bi qasî 3 hezar mêtroyî çêkirine. Tûnelên me di binê Çiyayê Cûdiyê derbas dibin û viyadûk me pê ra çêkiriye."
Ji welatiyan Turgay Bîrlîk jî got ku bi saya çêkirina vê rêyê herêm wê pêşbikeve û wiha dewam kir: "Ev xewnek bû lê îro bû rast. Xwedê ji mezinên dewleta me razî be. Ez spasiya wan dikim."