Sevim Hatun
18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya navendî ya Wanê mensûbên rêxistina terorê bi wesayita bombebarkirî êrîş birin ser navenda polêsan
Li gor agahiya ku hat hildan, terorîstan bi wesayita bombebarkirî êrîş bir ser Navenda Polêsan a Îkî Nîsanê.
Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan û Fermandarê Cendirmeyê yê Bajêr Albay Yuksel Oguz hatin Navenda Polêsan a Îkî Nîsanê û polêsxaneyê yên ser kolana Îskeleyê û li vir lêkolîn kirin.
Taşyapan li vir daxuyanî da rojnamegeran got: "Bi şev derdora 23.10an da, piştî ku wesayita bombebarkirî li nêzî polêsxane û Navenda Polêsan a Îkî Nîsanê park kirin, 9 saniye piştî parkirina wesayitê teqîn çêbû. Di êrîşê da du welatiyên me yên sivîl birîndar bûn, polêsekî me yê ku ji wir derbas dibû şehîd ket. 20 jê polês 73 birîndarên me hene."
-Terorîst birîndar hat qefaltin
Piştî bûyerê li giştiyê herêmê operasyona asmanî dan destpêkirin. M.Oyê ku hat tespîtkirin wesayita bombebarkirî aniye ber polêsxaneyê birîndar hat qefaltin.
Terorîstê ku hat binçavkirin birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr.
- Şopên bûyerê serê sibê derketin holê
Serê sibê şopa bûyerê derket holê. Di karxane û xaniyên derdorê da xisar çêbû.