18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
HAKKARÎ
Terorîstan bi çekên giran êrîşî avahiya Midûriyeta Ewlekariya Şemdînliya navçeya Hekariyê kirin û di encamê da 2 polês birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, ji layê mensûbên rêxistina terorê PKKyê ber destê sibê li dijî avahiya Midûriyeta Ewlekariyê ya li navenda navçeyê, bi çekên giran êrîşek çêbû.
Hêzên ewlekariyê bersiv dan û li ser vê pevçûn derket. Di pevçûnê da 2 polês birîndar bûn. Polêsên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Seba desteserkirina terorîstên ku revîn, li herêmê operasyon dan destpêkirin.