Abdullah Tel
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
ANKARA
Malbata Şiho ya ji Iraqê û malbata Artûç a ji Enqereyê ku berê qet hev nas nedikirin ji ber "neqla çeprast" hatin bal hev.
Malbata Şiho ya ku ji Mûsila Iraqê ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê reviyabûn wekî rêya çareseriyê xwe spartin Tirkiyeyê.
Ew ji xwe ra 4 sal berê li Keçîorena navçeya Enqereyê bi cih bûn lê vê carê jî pirsgirêkên sihetî dev ji malbatê berneda.
Gurçikên Ayşe Şiho ya 28 salî ya ku du zarokên wê hene peritîbûn û ji ber vê jî ew bûbû nexweşa diyalîzê û tedawî didît. Xatiya wê gurçika xwe da wê xwîna wan hev negirt û ew bi saya gurçika ku ji hêla malbata Artûç va hat dayîn, bi ser xwe da hat.
Lewra Haydar Artûçê 21 salî ku ev 10 sal e gurçikên wî jî peritîne bi tedawiya diyalîzê va li ser xwe bû. Bavê wî Cemal Artûç jî dixwest gurçika xwe bide kurê xwe lê xwîna wan hev negirt û di şûna wî da wî jî gurçika xwe da Ayşe Şihoyê.
Xebera xweş a ku ji Haydar ra jî gurçik hatiye dîtin ji malbata Şiho hat û lewra Meryem Şihoya diya Ayşeyê jî gurçika xwe da Haydar.
- "Em du ciwan xilas bûn"
Ayşe Şihoya ku bi saya emeliyata li Navenda Neqla Gurçikê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Îxtisasa Bilind a Tirkiyeyê ya Zanîngeha Zanistên Sihetê hat kirin, bi ser xwe da hat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ev salek e ku ez têm diyalîzê. Xaltiya min wê gurçika xwe bida min lê, nebû. Ji min ra gotin ku neqla çeprast jî heye. Li ser vê diya min gurçika xwe da Haydar û bavê Haydar jî gurçika xwe da min. Em bûn xwîşk û bira. DEAŞ ket bajarê me û her alî hatin bombekirin. Nexweşxaneyên li wê derê bûn ax û xwelî. Ez hatim vê derê piştî ku du zarokên min çêbûn, ez nexweş ketim. Ev sê roj e ku neqil hat kirin û em du ciwan jî xilas bûn. Bavê Haydar digot bila kurê min xilas bibe û diya min jî digot bila qîza min xilas bibe ji diyalîzê û li ser vê em bi hev ra emeliyata neqlê bûn."
Haydar Artûçê ku ev 10 sal bû nexweşê diyalîzê bû jî got ku ji ber ew pêvajo xilas bû ew gelekî kêfxweş e.