Nihat Kavşut
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
KOMRAT
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Yekîtiya axa Moldovayê ji bo me gelekî girîng e. Em wek Tirkiyeyê çawa ku di demên berê da kiribe emê di demên pêş me da jî li cem hemnijadên xwe cih bigirin û me ev yeka eşkere kir. Lê ya em dixwazin bibînin ew e ku Gagauzya di nav yekîtî û bihevratiyê da milê xwe bike milê Moldovayê û hewlên xwe yên pêşketinê bidomîne."
Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Moldovayê da li Komrata paytextê Herêma Xweser ya Gagauzê li avahiya Komîteya Îcrayê bi Îgor Dodonê Serokomarê Moldovayê û Îrîna Vlaha Seroka Herêma Xweser ya Gagauzê ra civiya û piştî hevdîtinan daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe da destnîşan kir yekîtiya axa Moldovayê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e û wiha axivî: "Em wek Tirkiyeyê çawa ku di demên berê da kiribe emê di demên pêş me da jî li cem hemnijadên xwe cih bigirin û me ev yeka eşkere kir. Lê ya em dixwazin bibînin ew e ku Gagauzya di nav yekîtî û bihevratiyê da milê xwe bike milê Moldovayê û hewlên xwe yên pêşketinê bidomîne."
Erdogan destnîşan kir bi piştgiriya Birêz Serokomar û hikûmetê û bi biryardariya Birêz Serok û rayedarên Gagauzê ji bo ku muxtariyet bi layiqî biçe serî û gavên hewce dikin bên avêtin me li hev kir.