Abdullah Tel
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
VAN
Şaredariya Muradiyeyê ji bo ku reng û rûçikê Sulava Muradê biguherine projeya xwe dimeşîne.
Reng û rûçikê Sulava Muradê ya ku rastî eleqeya turîstên ji hundir û dervayê welêt tê wê biguhere.
Şaredariya Muradiyeyê der û dora sulava ku bi qasî 8 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e bi rêk û pêk dike û daran datîne.
Îdrîs Yaşarê li Taxa Şelaleyê rûdinê got ku bi saya xebatên ji bo sulavê tên kirin ew gelek kêfxweş in û wiha pê da çû: "Eleqeya li ser Sulava Muradê her diçe zêdetir dibe. Bi salan e ku em vê yekê her tim tînin rojevê û ew dema ku em li bendê bûn jî êdî dest pê kir. Sulava me ya ku xweşik bû bi saya rêkupêk kirinê wê çêtir bibe. Li dora sulavê bi hezaran dar hatin danîn. Ez wisa bawer dikim ku dema ev xebat biqedin wê ji çar aliyê Tirkiyeyê milet bê dîtina sulavê."
Şêniyên li herêmê dibêjin ku dema proje bi tevahî bikeve rewacê wê Sulava Muradê jî bi reng û rûçikên xwe yên nû mêvanên xwe biezimîne.