İbrahim Atmaca
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
MALATYA
Alî Onderê 86 salî ji bo mertekên wî yên gûzê ku ji dewra wî ya mitehîtiyê mane, badilhewa neçin dest bi çêkirina mînberan kir û nêzî 40 salî ye ku vî karî dike. Onder heta niha mînberên 16 mizgeftan çêkirine.
Alî Onder li taxa Bogazîçiya ser Bajaroka Suçatiyê ya Guruna navçeya Sîvasê ku nêzî sînorê Darendeya navçeya Meletiyê ye, dijî. Onder mertek li gor mînberên ku di mizgeftên mezin da dîtine, çêkirine û kirine mînber û di nav 40 salî da 16 mînberên mizgeftan çêkir.
Onder ji bo Mizgefta Yazikoya Darendeyê û mizgefta li gundê Tepecîka Gurunê jî mînber çêkirin û piştî ku mizgef amade bibin wê mînberên wan bişîne.
Onder mînberekê di nav 4 mehan da çêdike û dide mizgeftên Meletî, Sîvas, Qeyserî û Trabzonê.
Alî Onder daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ciwaniya wî vir va meraqa wî li ser marangoziyê heye.
Onder diyar kir kur wî berê bi bavê xwe ra derî û pace çêdikirin û marangoziya ku ji bavê xwe hîn bû, heta niha didomîne.
Onder diyar kir, dema ku wî hostetiya înşaatê û mitehîtî dikir, wî wek hobî li taxa xwe avahiyeke malbata xwe ku berê wekî aş dihat xebitandin, kir atolye. Onder got, wî piştî ku dev ji pîşeyê xwe berda, biryar da ku bi mertekên xwe yê gûzan ên di destê wî da man, di karekî xêrê da bi kar bîne.
Onder paşê biryar da ku ji bo mizgeftên der û dorê mînberan çêke û wiha dewam kir, "Ez ji 1982yan vir va xêra xwe ji bo mizgeftan mînberan çêdikim. Piçek maye ku ez mînbera 18an kuta bikim. Qasî du mînberan mertekên min hene, barike ez ê paşê dev ji vî karî berdim."