20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî ra li ser têlefonê axivî.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat hildan, Erdogan û Aliyev li ser têlefonê axivîn. Aliyev got ku ew hewla derbeyê ya FETOyê ya di 15ê temûzê da hat kirin, şermezar dikin.
Aliyev got ku ew wekî gelê Azerbaycanê piştgirê hikûmeta Tirkiyeyê ya bi rêya hilbijartinê hatiye ser kar in.
Rûhanî, di hevdîtinê da got ku hewla derbeyê ya li dijî hikûmeta hatiye hilbijartin hat kirin nayê qebûlkirin, Îran piştgirê hikûmet û gelê Tirkiyeyê ye.