Nihat Kavşut
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn ra axivî.
Li gor agahiyên çavkaniyên serokomariyê Erdogan û Ebdullahê 2yemîn îro axivîn û mijarên dualî û herêmî gotûbêj kirin.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya bi têlefonê da destnîşan kir ku Tirkiye qîmetê dide yekîtî, hizûr, refah û pêşketina aboriya Urdinê û ji Qral Ebdullahê 2yemîn ra got ku ji bona Omer Er-Rezazê li Urdinê bo avakirina hikûmetê hatiye wezîfedarkirin serkeftin û serfiraziyê dixwaze.
Hat diyarkirin ku Erdogan û Ebdullahê 2yemîn li ser hewlên ji bona parastina statuya Qudsê jî axivîn.
Wek mayîn di axaftinê da li ser têkiliyên Tirkiye û Urdinê û zêdekirina pêwendiyên dualî xeberdan.