04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik got, "6ê Îlona 2018an di saet 06.00an da înşeallah em ê firokeya neteweyî ya ku Tirkiyeyê çêkiriye û xwemalî ye, bifirînin."
Wezîrê Işik bal kişand ser Operasyona Mertalê Feratê û wiha aixvî: "Em hêvî dikin ku di serî da DYA hemû hêzên koalîsyonê di operasyona Mertalê Feratê ya Tirkiyeyê da alîkariya esmanî û yên din ku hewce dikin, bidin. Di vî warî da gavên ku hewce dikin wê bi vî awayî bi derengî nekevin."
Işik li ser operasyona xilaskirina El Babê wiha got: "Bi taybetî welatên ku ev bi salan e em pê ra di NATOyê da dixebitin, welatên ku li dijî DEAŞê koalisyon avakirin e di operasyona xilaskirina El Babê ya ku Artêşa Sûriyeya Azad di piştgiriya Tirkiyeyê da dabû destpêkirin da alîkariyê nadin, dibê meriv li ser vê bifikire."