04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ÎZMIR
Der barê êrîşa terorê ya li Ortakoya Stenbolê de ya ku 39 kes miribûn, li Îzmirê operasyon hat kirin. Heta niha 5 endamên DEAŞê hatin binçavkirin.
Tîmên Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê û Îstixbratê ya Midûriyeta Ewlehiyê li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê, li navçeyên Bornova û Bucayê di 4 navnîşanan de operasyon kirin.
Polêsan û hêzên tevgera taybet bi hev re operasyon meşandin û 5 kes hatin binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê 5 kesên ku tê îdiakirin endamên DEAŞê ne birin ewlehiyê.