Nihat Kavşut
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan der barê encamên hilbijartinê da daxuyaniyê dide
"Daxwaza min Xwedê ew e ku hilbijartina 24ê Hezîranê ji welat û gelê me ra bi xêr be."
"Encamên nefermî yên hilbijartinê eşkere bûn. Li gor vê gelê me wezîfeya serokomarî û rêvebiriyê daye şexsê min."
"(Gelê me) Piraniya Parlamentoyê da Îtifaqa Cumhûr û AK Partiyê û di mijara peywira qanûnçêkirinê de peywireke gelekî mezin lê bar kir.
"Ewlehiya sindoqan û azadiya dengdayînê hêza demokrasiya Tirkiyeyê nîşan dide."
"Li Tirkiyeyê beşdariya hilbijartinê nêzî ji sedî 90 e û ev jî ji bona demokrasiya hemû dinyayê ders e."
"Em her wiha kêfxweş in ku hilbijartin li her derê welatê me bi tekamuleke mezin hatin temamkirin."
"Gelê me piraniya Meclisê da Îtifaqa Cumhur û AK Partiyê û ji bo wezifeya qanûndanînê berpirsyariyeke mezin da me."
"Ez careke din sekeftina demokrasiya 24ê Hezîranê ya gelê xwe pîroz dikim."
"Hilbijartin bi beşdariyeke rekor xilas bûn û ez vê yekê wekî peyameke gelek girîng a gelê me ya ji bo me û cîhanê dibînim."