ANKARA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
AZERBEYCAN
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ji ber serkeftina di hilbijartina serokomariyê da ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra têlefon kir û ew pîroz kir.
Eliyev di hevdîtina ji ser têlefonê kir da got ku Tirkiye bi pêşengiya Serokomar Erdogan va ji aboriyê bigir heta gelek qadên din û civaka navneteweyî da wê pêşketina xwe bidomîne.
Serokomar Erdogan jî ji ber têlefon û pîrozbahiyê ji Elîyev ra spas kir.
Hat hînbûn ku Elîyev ji bo ziyareta fermî Erdogan vexwendî Azerbeycanê kir û Erdogan jî vê yekê qebûl kir.
MACARISTAN
Serokwezîrê Macaristanê Orban ji bo pîrozkirina serkeftina hilbijartinê bû serokê yekem yê dewletên Yekîtiya Ewropayê ku li Serokomar Erdogan geriya.
BOSNA HERSEK
FILÎSTÎN
Serokê Dewleta Filistînê Ebbas ji bona serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
- Hemasê ji bona serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Îzzet er-Rişkê ji rêvebirên Hemasê li ser Twitterê daxuyanî da û ji bona serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Pêşengê Hemasê Heniyye ji bona serkeftina hilbijartinê Serokomar Erdogan pîroz kir.
YEWNANISTAN
Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Kocîas ji bona serkeftina AK Partiyê ya di hilbijartinê da li Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu geriya û pîroz kir.
ARNAWIDISTAN
Serokwezîrê Arnawidistanê Edî Rama ji ber serkeftina di Hilbijartina Serokomariyê û Parlementeriyê ya Heyama 27an da Serokomar Recep Tayyîp Edogan pîroz kir.
Li gor agahiyên ji rayedaran hatin sitandin, Serokwezîrê Arnawidistanê Rama bi têlefonê li Serokomar Edogan geriya û ji bo serkeftina wî pîroz kir.
Serokomar Erdogan jî ji bo pîrozkirinê ji Serokê Arnawidistanê ra sipas kir.
QETER
Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemîd Al Sanî ji bo serkeftina di Hilbijartina Serokomariyê û Parlementeriyê ya Heyama 27an da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Li gor agahiyên ji rayedaran hatin sitandin, Temîm ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
OZBEKISTAN
Serokdewletê Ozbekistanê Mîrziyoyev ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de Serokomar Erdogan pîroz kir.
PAKISTAN
Şerîfê Serokwezîrê Pencabê û serokê PML-Nya xwediyê koma herî mezin a li Meclisa Pakistanê ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Erdogan pîroz kir.
Serokomarê Pakistanê Huseyîn ji ber serkeftina hilbijartinê Serokomar Erdogan pîroz kir.
SÛDAN
Serokê Dewleta Sûdanê Beşîr ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
SIRBISTAN
Serokomarê Sirbistanê Vucîc ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
MAKEDONYA
Serokomarê Makedonyayê Îvanov ji ber serkeftina wî ya hilbijartinan de Serokomar Erdogan pîroz kir.
KUWEYT
Mîrê Kuweytê Şêx Sebah ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de Serokomar Erdogan pîroz kir.
SOMALI
Serokomarê Somaliyê Fermacu ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de Serokomar Erdogan pîroz kir.
IRAQ
Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame en-Nuceyfî ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Nuceyfî bi peyama ku ji Serokomar Erdogan ra şand ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
BELARUS
Serokomarê Belarusê Lukaşenko ji bona serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
BÛLGARISTAN
Serokwezîrê Bûlgaristanê Borîsov ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinê de Serokomar Erdogan pîroz kir.
QIBRISA BAKUR
Serokomarê Qibrisa Bakur Akinci ji bo serkesftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
KOSOVA
Serokomarê Kosovayê Haşim Taçî ji bona serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Haşim Taçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bona serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Erdogan pîroz kir.
Qeredawî Erdogan pîroz kir
Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ê Dinyayê Yûsif el-Qeredawî ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Qeredawî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ji ber serkeftina daweta demokrasiyê em hemû gelê Tirk pîroz dikin."
Sûdanê Erdogan pîroz kir
-Partiya Kongreya Neteweyî ya Îqtidar Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir
Qeredawî di daxuyaniya xwe de got ew dia dikin Xwedê di mijarên xêra Tirkiye û alema Îslamê de alîkariya Erdogan û AK Partiyê bike.
Li Sûdanê Partiya Kongreya Neteweyî ya Îqtidar ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya partiyê, "Pêbaweriya gelê Tirk a AK Partî û mitefîqên wê dide nîşan ku piştgiriyê didin polîtîkayên Erdogan û partiya wî."
Di daxuyaniyê da serkeftina gelê Tirk a hilbijartinan hat pîrozkirin û ji bo helwestên wî yên ku umeta Îslamê eleqedar dikin jî pesnê Erdogan hat dayîn.
-Serokomarê Îranê Rûhanî Erdogan pîroz kir
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Li gor peyama nivîskî ya ku li ser malpera înternetê ya Serokomariya Îranê hat weşandin, "Bi minasebeta serkeftina we ya hilbijartina serokariyê û tezekirina pêbaweriya we, ez zatê we yê mezin bi kêfxweşî pîroz dikim."
Ruhanî di peyama xwe da wiha got: "Ez hêvî dikim ku di heyama nû ya serokomariya we da Îran û Tirkiye wê di çarçoveya cînartî, rêzdariya dualî û berjewendiyên hevpar da ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê, îstiqrar û xurtbûna aştiyê wê têkilî xurt bibin û ji bo herêm û alema Îslamê tevkariya me yê xurt bibe. Ez ji Xwedê ra seba sadet û kêfxweşiya zatê we û gelê Tirkiyeyê yê bira dia dikim."
Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko ji bo serkleftina hilbijartinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
news_share_descriptionsubscription_contact
