27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Qaymeqam Bîlal Ozkanê ku bi KHKyê ve li Sûra navçeya Diyarbekirê wek Wekîlê Şaredar hat wezîfedarkirin tevlî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Ozkan yek bi yek 19 wêneyên ku di kategoriya "nûçe"yê de ne, 15 wêneyên ku di kategoriya "jiyan"yê de ne û 11 wêneyên ku di kategoriya "spor"ê de ne nihêrî.
Ozkan di dengdayînê da di kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "spor"ê da ji bo 3 wêneyan raya xwe da.
Ozkan ji bo kategoriya "nûçe"yê wêneyê Elîf Ozturk ya bi navê "Li hember derbeyê Tirkiye yek deng e", ji bo kategoriya "jiyan"ê wêneyê Sergen Sezgîn a bi navê "Li Bursayê Remezan", ji bo kategoriya "spor"ê jî wêneyê Bulent Doruk a bi navê "Şenol Guneş" hilbijart.
Ozkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sala 2016an ji bo Tirkiyeyê di her qadê da bi hereket bû û wiha dewam kir: "Berxwedana gel a li hemberî dagîrkirin û hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê pir hêja bû. Anadolu Agency wek berê îsal jî bûyerên ku qewimîn wêneyên wan kişand û ew di dîrokê da qeyd kir. Wêneyên gelek xweş hene. Me jî hilbijartina xwe kir. Bi îzna Xwedê di sala 2017an da him ji bo Tirkiyeyê û him jî ji bo dinayê rûdanên xweş pêk bên."