Türkan Tosun
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ya Hekariyê di çarçoveya "Piştgiriya Dibistanê" da ji bo zarokan lîstika bowlîngê amade kir.
Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ji bo ku zarok piştî dibistanê wextê xwe xweş debas bikin, bi heval û hogirên xwe ra bilîzin, di çalakiyên akademîk, civakî, çandî û sportîf da bên bal hevdu xebatan didomîne.
Di vê çarçoveyê da Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ya Hekariyê ji bo piştgiriyê bide geşedana zarokan a şexsî û civakî ji bo wan li kafeyekê lîstika bowlîngê amade kir.
Zarokan bowlîng lîst û dema xwe xweş derbas kir.