07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn der heqê teqîna li Veznecîlerê da got, "Îro di saet 08.40î da li semta me ya Veznecîlerê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî wesayîta ku polêsên me yên hêzên çewîk tê da bûn kirin. Di encama êrîşê da 7 polês û 4 welatiyên me mirin."
Waliyê Stenbolê Şahîn li dewsa teqîna ku li Beyazidê çêbû lêkolîn kir.
Şahîn piştî lêkolînê daxuyanî da û wiha got:
"Îro di saet 08.40î da li semta me ya Veznecîlerê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî wesayîta ku polêsên me yên hêzên çewîk tê da bûn kirin. Di encama êrîşê da 7 polês û 4 welatiyên me mirin. Rihma Xwedê li cangoriyan be. 36 welatiyên me jî birîndar ketin. Nika rewşa 3 kesan giran e. Lêkolînên me yên li ser bûyerê dewam dikin. Emê hûrgiliyan paşê dîsa bidin we."
Polêsan herêma ku teqîn lê çêbû hildan binê çembera ewlehiyê. Bi tenê destûr dan ekîbên ewlekarî û tenduristiyê têkevin dewsa bûyerê kolana ku teqîên lê çêbû ji bo çûyîn û hatinê hat girtin, metroya ku ji Yenîkapiyê diçe Osmanbeyê jî li rawestgeha Veznecîlerê nasekine.
Li der û dorê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û firokeya polêsan jî her tim li ser herêmê difire. Wek mayîn ddorneyek li dewsa bûyerê dîmenan dikişîne.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û heyeta pê ra derbasî herêma bûyerê bûn û li dewsa teqîna ku li Beyazidê çêbû lêkolîn kirin.
Wek mayî polêsên bi motorsîklet li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qeza kir. Polêsê birîndar rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hesekiyê.
Der barê êrîşa terorê ya li Stenbolê da hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim a bi Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala ra qediya.
Hevdîtin li Qesra Çankayayê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û 30 deqîqe ajot. Hat diyarkirin ku Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag jî peyra tevlî civînê bû.
Wek mayîn Serokwezîr Yildirim bi têlefonê ji Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn der barê êrîşê da agahî hilda.
Nasnameya 6 polêsên ku di êrîşê da şehît bûn, hat kifşkirin
Nasnameya 6 polêsên ku di êrîşa terorê ya li Veznecîlerê da şehît bûn, hat kifşkirin
Li gor agahiya ku hat hildan, êrîşa bibombe ya ku serê sibê birin ser polêsên hêzên çevîk da 11 kes mirin, 36 kes birîndar bûn.
Cinazê kesên ku li cihê bûyerê mirin, birin Saziya Tiba Edlî.
Di lêkolînê da navê kesên ku li cihê bûyerê şehît bûn wiha ne: Emrah Pekdogan, Gokhan Topçu, Duha Beker, Ramazan Kirboga, Kadîr Cîhan Karagozlu û Yaşar Ozlem
Ji bo ku nasnama polêsê din û 4 welatiyan jî kifş bibe lêkolîn dewam dike.
Kesên ku di bûyerê da birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê ji nexweşxaneyê dişînin malên wan.