ÎSTANBUL
Galatasaray û Real Madrîd di Lîga Şampiyonan de di heman komê de cih digrin. Ji bo pêşbirka ewil her du tîm li Îstanbûlê di Qada Turk Telekom Arenayê hatin hemberî hev. Real Madrîd, di pêşbirkê de gola ewil di deqîqeya 32emîn de avêt qaleya Galatasarayê. Niva ewil a pêşbirkê bi 1 û 0 serkeftina Real Madrîdê bi dawî bû.
Rewşa Galatasarayê di nîva duyemîn de xirabtir bû. Lewra di qala xwe de 5 golên din jî dit û li hemberî dijberê xwe 6 û 1 têk çû.