21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got ku "Hikûmet dizane ku me di demek nêz de çend meh beriya niha car din ji bo ku rêya diyalogê bê vekirin, vegerin maseyê me bi Qendîlê re têkilî danî."
Demirtaş piştî ku Rapora Cizîrê ya ku HDPyê amade kir eşkere kir bersiva pirsên rojnamevanan da û der heqê îdiayên dibêjin ku sê roj beriya Newrozê di navbera hikûmet û heyeta HDPyê de ji bo rawestandina çekan hin hevdîtin hatin kirin de da zanîn ku "hin teşebûsên nerasterast" çêbûne.
Demirtaş wiha axivî: "Sê roj beriya Newrozê bû yan na ez nikarim dîrokekî tam bidim lê têkiliyeke rasterast a bi me re nîne. Hin teşebûsên din ên nerasterast çêbûn. Ev ne wekî têkiliya HDP û hikûmetê hat kirin. Hin wezîrên di hikûmetê de der heqê cihên wekî Yuksekova, Şirnex û cihên wekî wan de xebitîn û teşebûs kirin. Li Yuksekovayê teşebûsên hin kardêr, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, çêbûn. Hin hevalên me yên parlementer jî di vê mijarê de piştgirî dan. Van heyetên sivîl ji hin hevalên me yên parlementer wekî ku niyeda van hevdîtinan û naveroka wan çi ye piştgirî xwestin. Hevalên me jî piştgirî dan. Ev ne wekî hevdîtin an jî diyaloga AKP an jî Hikûmet-HDPyê çênebû."
Demirtaş got "Em hê jî zorê didine rêyên çareseriyê yên bêçek û wan dicebirînin" û wiha axivî:
"Ez ê var cara ewil eşkere bikim. Hikûmet vê gelekî baş dizane. Hikûmet dizane ku me di demek nêz de çend meh beriya niha car din ji bo ku diyalog bên kirin, vegerin maseyê me bi Qendîlê re têkilî danî. Hikûmet dizane ku em ji bo vê dixebitin. Lê yê ku vê red dike hikûmet bi xwe ye. Em ê vê dubare bikin. Em çiqas firnsedê bibînin di her merhaleyê de ji bo ku ji nû ve diyalogê bidin destpêkirin em ê zorê bidine her du aliyan jî, lê Qendîl dibêje ku ji bo hevdîtinê amade ye, lê yên li Enqereyê heta ku bibêjin ku 'Dê tu carî venegerin maseyê, dê mizakere nebe, tiştekî wekî pêvajoyê dê nebe' ma maseyekî yek alî tê avakirin? Ji bo polîtîkayên aştiyê divê em zorê bidine hikûmetê, hikûmetê qanî bikin."
Demirtaş der heqê pirsekî der barê wextê têkiliya navborî de got ku "Em bibêjin ku çend meh beriya niha. Ji bo dîrokekî teqez heke hûn lêkolîna arşîvê bikin hûn ê bibînin."