21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
BATMAN
Piştî ku Bendava Ilisûyê kuta bibe ji ber ku Tirba Zeynel Begê wê di bin avê da bimîne wê di sermawezê da bikşînin Qada Parqa Çandî ya nû ya Heskîfê.
Lijneya Heyberên Siruştê ya Diyarbekirê projeya barkirina Tirba Zeynel Begê pesend kir.
Li gor projeyê tirbe wê yekperçeyî were kişandin û tirbe hezar û 100 ton e.
- Tirba Zeynel Begê
Tirba Zeynel Begê ji dewra Akkoyûniyan maye. Akkoyûnî di navbera salên 1462 û 1482yan da li Heskîfê hikûm kirine. Ji wê dewrê tenê ev tirbe maye. Tirbe ji derva va gilover e, ji hundir va heştkoşe û du qat e.