17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di bernameyeke zindî ya TRT Haberê da bersiva pirsan dide.
Serokwezîr Yildirim da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînên der heqê teşebûsa derbeyê ya FETOyê de polês, esker, mensûbên darazê, amîrên îdarî yên mulkî û sivîl jî di nav de 40 hezar û 29 kes hatin binçavkirin, miameleyên binçavkirinê yên 5 hezar û 187 kesan berdewam dike, 20 hezar û 355 kes hatin girtin, li saziyên kamûyê 79 hezar û 900 kes ji peywir hatin dûrxistin û 5 hezar û 14 kes ji peywirên kamûyê hatin derxistin.
- Em qala teşebûseke derbeyê ya germ nakin
Serokwezîr Yildirim: "Ji bo ku di maweyeke dirêj de di kamûyê de ji bo derbeyeke nû potansiyel dernekeve holê herekateke paqijkirinê heye, ev herekat dê berdewam be. Nexwe em qala îhtimaleke wekî 'Sibê dê dîsa teşebûseke derbeyê ya nû çêbe' nakin, texmîneke me yê wisa tune. Di vê mijarê de tevdîrên hewcedar hatin sitendin. Li vir bi hezaran mensûbên rêxistina terorê yên dilqê eskeran de yên ku aktorên derbeyê ne hatin paqijkirin. Ji ber wê jî em qala teşebûseke derbeyê ya germ nakin. Me derbe da sekinandin lê hê ser aktorê vê rêxistina ku bû sedema vê derbeyê hêj bi temamî derneketine holê û hê jî wekî xetereyekê ne, em qala vê dikin."
- Çiqas îfade bên sitandin têkiliyên nû derdikevin holê
Serokwezîr Yildirim: "(Teşebûsa derbeyê ya FETO) Çiqas îfade bên sitandin têkiliyên nû derdikevin holê û ber bi wan ve diçin. Ev dê wekî goreyên pişkaftî biçin. Heta ku biçe dê biçe. Tu telkînên me yên wekî 'Bila vir bisekine', 'Em dest nedin vir' nabe. Daraz dê bi awayekî bêteref û serbixwe bi awayekî peywira xwe berdewam bike."
- Verastkirina der heqê saziyên îstixbaratê
Serokwezîr Yildirim derbarê verastkirina der heqê saziyên îstixbaratê de go, "Li aliyekî MÎT, aliyekî îstixbarata navxweyî. Tabî dikin wekî servîsekî îstixbaratê ya yekbûyî ya ku ewlehî, jendirme û hwd daxil in. Ev mûhtemelen dê girêdayî Wezareta Karên Navxweyî fealiyet bike. Ev rêxistin dibe ku hemû bi Serokomariyê ve bê girêdan, dibe ku li Serokwezîriyê jî bimîne. Modêla herî guncav çi be em ê wê diyar bikin lê tercîh ew e ku li Serokomariyê bimîne ev rarsttir e wekî serokê dewletê."