14 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
VAN
Li Wanê 3 xwîşk û birayên ku dibistana wan hat şewitandin, di pêvajoya temîra dibistanê da li cem xweha xwe ya xwendekara zanîngehê dersê dixebitin.
Li navçeya Edremîdê li taxa Kurubaşê endamên rêxistina terorê PKKyê di şeva 9ê nîsanê da agir berdabûn Dibistana Seretayî/Navînî ya Kînyas Kartal. Ji ber hindê xebatên tadîlatê dewam dikin. Xwendekarên dibistana navînî seba ku ji dersan paşda nemînin, bi çûnûhatinê li dibistaneke din hatin bicihkirin. Xwendekarên dibistana seretayî jî li benda vebûna dibistanê ne.
Sê xwîşk û birayên li dibistana ku bi destê terorîstan hat şewitandin, perwerde didîtin, li cem xweha xwe ya xwendekara zanîngehê ders dixebitin.
- "Ligel her tiştî jiyan didome"
Xweha wan Z.Gya ku dersê dide xwîşk û birayên xwe ji peyamnerê AAyê ra got seba ku xwîşk û birayên wê ji desrê xwe nemînin, ew alîkariya wan dike.
Z.Gyê diyar kir ku li malê biqasî firsendê dibîne, alîkariya xwîşk û birayên xwe dike û wiha dewam kir:
"Ez alîkariya wan dikim. Ji ber ku di malê da ya herî mezin a ku dixwîne ez im, ez dersê didim wan. Helbet em heman perwerdeyê nadin, lê bi hawîkî ji bo ku ji dersê xwe paş da nemînin, ez hewl didim ku tiştekî fêrî wan bikim. Ligel her tiştî jiyan didome."
Bavê zarokan O.G. jî da bibîrxistin ku dibistana zarokên wî hat şewitandin û wiha xeberda, "Keça min a mezin a ku li zanîngehê dixwîne, seba ku zarok paşde nemînin, alîkariya wan dike dersê dide wan. Xwedê qebûl neke, zarokên min ji ber ku nikarin biçin dibistanê li ber xwe dikevin."
Xwendekarê pola duyemîn Î.Gyê jî wiha got, "Me gelekî bêriya mamosteyê xwe kiriye. Dibistana me, pola me hatiye şewitandin. Xwedê bira hezar carî belaya wan kesên ku wiha kirin bide."
- Di 4 mehan da êrîşî 13 dibistanan kirin
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr hat wergirtin, li Wanê mensûbên rêxistina terorê bi molotofkokteyl û teqemeniyên xumalî êrîş birin ser 13 dibistnan. Di xebata tespîtkirina hesarê da eşkere bû ku li dibistanên navborî 356 hezar lire zirar çêbûye.
- "Xebatên tedîlatê dê dawiya hefteyê xilas bibin"
Midûrê Perwedeya Neteweyî ya Bajêr Kiyasettîn Kirekîn destnîşan kir ku piştî êrîşa terorê xebatên hewce hatin kirin û tedîlata dibistanê dest pê kir û wiha xeberda:
"Hewleke mezin tê dayîn ku dibistan dîsa vebe. Seba tedîlata dibistana me weliyên xwendekaran, rêveberên dibistanê û mamosteyan gotin, 'Em digel hev dibistana xwe temîr bikin'. Vî em gelekî hestyar kirin. Em bi xêra dewlet û hikûmeta xwe, li pey dibistana xwe ketin û me dest bi tadîlatê kir. Xebatên tedîlatê dê dawiya hefteyê xilas bibin."