14 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
ANKARA
Li Haskoya navçeya Mûşê di operasyonê da Cemîl Ateşê ku bi navê "Xemgîn Koçer"ê ku qaşo di rêveberiya "Eyaleta Xerzanê" ya rêxistina terorê da ye kuştî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, yekîneyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyên Mûşê û yên Alîkariya Fermandariya Lîwaya Qomandoyan a 49an do û pêr li Haskoya navçeya Mûşê operasyon kirin.
Di lîsteya kesk da bû
Di operasyonê da Cemîl Ateşê ku bi navê "Xemgîn Koçer"ê ku qaşo di rêveberiya "Eyaleta Xerzanê" ya rêxistina terorê da ye kuştî hat dîtin. M-16a çeka di destê Cemîl Ateş da û bêtêla ku pê bi Qendîlê ra têkilî datanî hat bidestxistin. Ateş di lîsteya kesk a Wezareta Karên Navxweyî da hatibû diyarkirin ji bo eşkerekirina ciyê wî milyonek xelat hatibû danîn.
Di operasyonê da terorîstek mirî yek jî birîndarî hat girtin, dûrbîneke nîşangeriyê, 5 jarjorên M-16ê, 2 keleşkof, 10 jarjorên keleşkofê, 120 fîşeng, 5 bombeyên destan, 145 muhimata tivingên bimakîne, 8 kemberên jarjoran, dûrbînek, topek (100 metre) kablo, 30 pîl, kamerayeke vîdeoyê, makîneyeke wênekêşiyê, radyoyeke ku pê telîmat dihat hildan, 3 heqîbên pişta, 3 taxim qiyafetên rêxistinê, 2 şemsiye, amûrên jiyanê û dokumanên rêxistinê hatin bidestxistin.