Haydar Şahin
09 Gulan 2020•Rojanekirin: 10 Gulan 2020
Di roja ewil a astengkirina derketina derva ya ji bo pêşîlêbirîna vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da mekanên dîrokî, kuçe, kolan û rêbeja vik û vala man.
Di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî weşand da li 23 bajarên mezin ên Mêrdîn jî tev e û Zonguldaxê ji bo 2 rojan derketina derva hat astengkirin.
Li Mêrdîna dîrokî bi qedexeyê va Muzeya Mêrdînê, Mizgefta Hemîdiyeyê, bazar û mekanên dîrokî, kuçe, kolan xik û xalî bûn.
Polêsên trafîkê li rêyên bajêr kontrol domandin.
Wekî navenda bajêr li rêbejayên Mêrdîn-Diyarbekir û Mêrdîn-Şanliurfayê jî trafîk ket aste herî kêm.